Deng herî pir li Kurdistanê nehatine hesabkirin

Deng herî pir li 21 bajaran ku Partiya Çepên Kesk lê yekemîn e û dengan herî pir digire, nehatine hesabkirin.

Desteya hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji ber ku dane bi partiyên siyasî re parve nekirin, bêusûlî û binpêkariyên di sindoqan de, du roj piştî hilbijartinê derketin holê. Rastkêşa jimartina dengan û girtekên encamên sindoqan ku divê YSK bide partiyên siyasî, 15’ê Gulanê saet piştî 06.00’an hatin dayîn. Partiyên siyasî jî ji bo dayîna ber hev a daneyan dest bi xebatê kir. Îtîraz li bêusûlî û binpêkariyên di bi hezaran sindoqan de hat kirin. Ji ber ku qewilê îtîrazê roja Sêşemê saet di 15.00’an de qediya, partiyan nekarî îtîraz bikin. Wê li gor rayeya Zagona Hilbijartinan dide, ji bo îtîrazkirina li van sindoqan, serî li rêbaza “îtîraza derasayî” bê dayîn.

Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinan a Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarê bêusûlî û rastkêşên jimartina dengan, bi rêya girtekên encaman li xebatê dewam dike.

Di van xebatan de, diyar bû ku li gor rêzbirêzkirina li Tirkiyeyê, li 21 bajarên ku Partiya Çepên Kesk dengên wê zêde ne û yekemîn e, deng herî pir nehatine hesabkirin

274 HEZAR Û 694 DENG NEHATINE HESABKIRIN

Li gor encamên bajaran; li Agiriyê ji sedî 5,11, li Çewligê ji sedî 4,95, li Wanê ji sedî 4,85, li Sêrtê ji sedî 4,81, li Colemêrgê ji sedî 4,54, li Bartinê ji sedî 4,53, li Erdexanê ji sedî 4,39, li Amedê ji sedî 4,35, li Rihayê ji sedî 4,34, li Êlihê ji sedî 4,22, li Qersê ji sedî 4,16, li Bedlîsê ji sedî 4,16, li Zongûldakê ji sedî 4,11, li Îdirê ji sedî 4,04, li Sînopê ji sedî 4,01, li Mûşê ji sedî 3,80, li Semsûrê ji sedî 3,39, li Xarpêtê ji sedî 3,67, li Mêrdînê ji sedî 3,64, li Bûrdûrê ji sedî 3,53 û li Şirnexê ji sedî 3,49, deng nehatine hesabkirin. Li van bajaran bi temamî 274 hezar 694 deng nehatine hesabkirin.